Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civînên Opozîsyona Sûrîyê li Stenbolê Destpê Kirin


Civînên opozîsyona Sûrîyê ku wê 3 rojan berdewam bikin îro Pêncşemê li Stenbolê destpê kirin ku heta 25’ê mehê berdewam dikin.

Li civînên ku hemû pêkhatên pozîsyonê beşdar dibin de, li ser 3 babetên sereke tê rawestin.

Yek ji wan berfirehkirina opozîsyonê, ya diduyan biryarên li ser beşdarbûna konferansa diduyan ya Cenevre’yê û ya sisêyan jî hilbijartina desteya rêvebirîya opozîsyonê ye.

Tê ragihandin, ger opozîsyon biryara beşdarbûnê bide, wê li civînên sê rojî yên Stenbolê nûnerên xwe yên beşdarî konferansa diduyan ya Cenevre’yê bibin dîyar bike.

Herwiha opozîsyon di van civînan de, serokê giştî yê Koalîsyona Netewî ya Sûrîyê jî hildibijêrê ku dixwaze paşeroja hikûmeta demkî jî dîyar bike.

Di civînên roja Pêncşemê de, li ser firehkirina pêkhatîyên opozîsyonê gotûbêj têne kirin ku tê pêşbînî kirin li ser tevlîkirina nav opozîsyonê ya gruba bi seroktîya Mîşel Kîlo biryar were standin.

Heta dema destpêkirina civînan jî derbarê beşdarbûna Desteya Bilind a Kurdî (DBK) ya Sûrîyê de ku nûnertîya partîyên Kurd dike ti agahî tune ne.

Lê, hin hewildan û danûstandinên Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûrîyê (ENKS) jibo beşdarbûnê hene ku ew jî hîna bi encam nebûne.

Opozîsyona Sûrîyê li van civînên Stenbolê bi taybet li ser paşeroja Sûrîyê radiweste ku ne bi dil e ligel nûnerên Serokê Sûrî Beşar Esed li konferansa Cenevre rûne.

Hêjayî gotinê ye hêzên navnetewî girîngîyeke mezin didin konferansa Cenvere’yê jibo ku di krîza Sûrîyê de çareserîyeke aştîyane û sîyasî peyda bibe.
XS
SM
MD
LG