Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Rûsya û Fransa li Ser Sûrîyê Dicivin


Wezîrên Derve yên Amerîkî û Rûsî.
Wezîrên Derve yên Amerîkî û Rûsî.
Karbidestên Amerîkî, Rûsî û Fransî roja Duşemê kom dibin jibo encamdana gotûbêjan li ser konferanseke taybet bi Sûrîyê.

Wezîrê Derve yê Amerîkî roja Duşemê li Parîs bi Wezîrê Derveyê Rûsî Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Fransî Laurent Fabius kom dibe.

Pirsa serekî ya wê kombûnê, birêvebirina konferanseke aştîyê ye bi beşdarîya nûnerên hikûmeta Serokê Sûrî Beşar El Esed û opozisyona Sûrîyê.

Biryar e konferansa aştîyê, ku ji layê Amerîka û Rûsyayê ve hatîye pêşnîyarkirin, meha Hezîranê li Swîsre birêve biçe, bi armanca bi dawî anîna tundûtûjîya li Sûrîyê.

Hikûmeta Sûrîyê roja Yekşemê ragihand ku nûnerên rejîmê di wê konferansê de beşdar dibin. Lê belê heta niha ne zelal e ka opozisyona Sûrîyê di wê konferansê de beşdar dibe yan ne.
XS
SM
MD
LG