Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes li Îraqê Hatin Kuştin


Bi sedema zincîreke teqînan li paytexta Îraqê, bi kêmî ve 57 kes hatin kuştin.

Karbidest dibêjin, herî kêm neh teqîn li deverên piranî Şîe yên Bexdayê qewimîn.

Bi dehan kesên din li teqînên roja Duşemê birîdnar bûn.

Alozîyên tayîfî li Îraqê di vê salê de tundtir bûn, piştî xwepêşandanên Sunnîyan li dijî hikûmeta bi rêberatîya Şîeyan.

Bi tenê di vê mehê de, bi sedan kes li Îraqê hatîne kuştin.
XS
SM
MD
LG