Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmet Sanri Behsa Protestoyên Stenbolê Dike


Ev bûye çend roj ku protestoyên dijî hikûmetê li bajarê Stenbolê yê Tirkîyê destpê kirine. Sedema xwepêşandinê yekê biryara Serokwezîr Receb Tayyip Erdogan bû jibo xirabkirina parkeke kevin û avakirina bazareke nû li şûna wê.

Di encama protestoyan de bi dehan kes birîndar bûne û jimareke mezin ji çalakvanan jî hatine binçav kirin.

Di vê derbarê de, rojnamevan Mehmet Sanri ku li Stenbolê dimîne, ji Dengê Amerîka re dibêje ku xwepêşandin roj bi roj mezintir dibin.

Birêz Sanri herwiha dibêje ku polîsan û hêzên ewlekarîyê hêzeke tund bi xwenîşanderan re bikar anîne, lewra jimara kesên beşdar zêde bûye û protesto li bajarên din yên Tirkîyê jî qewimîne.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:10:01 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG