Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêş Hilbijartinan, Rejîma Îranê Înternetê Kontrol Dike


Di demekê de ku roja hilbijartinan li Îranê nêzîk dibe, rejîma Komara Îslamî înternetê kontrol dike.

Înternet bi şêweyekê sist bûye ku rojnameyeke Îranê dinivîse “Înternet kete komayê.”

Geneive Abdo ji Sentera Stimson li Washington dibêje ku desthilatdarên Îranê teknolojîya pêşkeftî bikartînin jibo sansorkirina Înternetê û çavdêrîkirina email û tora medyaya civakî.

Jiber kontrolkirina înternet û sansorkirina medyayê, gelê Îran û heta kandîdên serokatîyê neçar in ku jibo nûçe û pêzanînan bitenê berê xwe bidin medyaya ser bi rejîma Îranê.
XS
SM
MD
LG