Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navenda Buşehir ya Navokî Dîsa Dikeve Rojevê


Navenda Buşehir ya Navokî li Îranê
Navenda Buşehir ya Navokî li Îranê
Du diplomat dibêjin ku navenda enerjîya navokî ya Îranê jiber erdhejên vê dawîyê ziyan dîtiye.

Diplomatên nenaskirî ji ajansa Associated Press re diyar kirin ku çavdêrên navneteweyî bawer dikin qelşên mezin li alîyekî navenda Buşehir ya navokî çê bûne.

Ji dema ku di sala 2011ê de hatiye vekirin, navenda Bûşehir çend caran hatiye giritin û Îran red dike ku tevlî peymaneke cîhanî jibo selametîya navenda navokî bibe.

Cîranên Îranê wekî Kuweyt û Erebistana Saudî dibêjin, ew derbarê selametîya reakorta ji alîyê Rûsya hatiye avakirin, xembar in.

Lê Îran dibêje ku Buşehir ewle ye û bi şêweyekî hatiye avakirin ku xwe li ber hemû celebên erdhejên bihêz bigire.
XS
SM
MD
LG