Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

M. Emîn Aktar Xwepêşandanên li Tirkîyê û Helwesta Kurdan Dinirxîne


Serokê Berê yê Baroya Dîyarbekirê, parêzer Mehmet Emîn Aktar, di hevpeyvêna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de rewşa xwepêşandanên berdewam yên li Tirkîyê ji alîyê Kurdan ve şîrove dike.

Birêz Aktar dibêje, xwepêşandanên Taksmî bi armancên baş û paqij destpê kirin, lê piştî roja diduyan ji alîyê hin hêzên nîdarperest û leşkerxwaz ve ji armanca xwe hatin derxistin.

Hiqûqnasê Kurd helwesta BDP rast dibîne ku piştgirî li daxwaza pêşîn ya xwepêşandêran dike, lê li dijî wan kesan derdikeve ku dixwazin bi rêya wan xwepêşandanan êrîşî pêvajoya aştîyê bikin.

"BDP sîyaseteke baş rêve dibe û derdorên din jî rexne li sîyaseta wê nagirin. Kurd naxwazin bibin sedem ku pêvajoya çareserîyê zîyanekê bibîne" birêz Aktar gotinên xwe didomîne.

Mehmet Emîn Aktar bal dikşîne ku herkes ji Kurdan dixwaze hasas be, lê kesek naxwaze bizane Kurd çi dixwazin û hasasîyetên wan çi ne.
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:29 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG