Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Susan Rice Dibe Şêwirmenda Ewlekarîya Niştimanî ya Amerîkî


Obama ligel Rice û Power
Obama ligel Rice û Power
Serokê Amerîkayê Barack Obama çend guhertinên sereke di tîma xwe ya siyaseta derve de ragihandîye, bi bijartina Balyoza Neteweyên Yekbûyî Susan Rice wekî şêwermenda Ewlekarîya Niştimanî. Samantha Power, karbidesteke berê, wekî nûnera nû ya Amerîkayê li NY tê berbijartin.

Susan Rice navenda pirsgirêkeke kêşebar bû di helmeta hilbijartinên serokatîya Amerîka yên sala bûrî, jiber axaftinên wê derbarê êrîşa terorîstî li ser konsulxaneya Amerîkî li bajarê Bengazî yê Lîbyayê.

Rice dihate çaverêkirin ku bibe bijareya Serok Obama jibo posta wezîrê derve, lê xwe ji pêşbazîyê kişand li nav rexneyên tûj ji alîyê qanûndanerên Komarî. Wê got, wê nexwest bibe sedema balguhertinê.

Serok Obama ew roja Çarşemê wekî diplomateke bêwestan jibo pêşvebirina berjewendîyên Amerîkayê da nasîn.

Berbijartina Samantha Power pêwîst e ji alîyê Senatoya Amerîka were pesendkirin. Xanim Power postên girîng di Koçka Spî û Wezareta Derve de wergirtibû.

Power yek ji wan kesan bû ku hişt Amerîka û hêzên NATO'yê derbasî Lîbya bibin û herwiha dengekî girîng bû jibo çend pirsgirêkan wekî reformên Neteweyên Yekbûyî. Wê ev yek di gotina xwe ya roja Çarşemê de gotûbêj kir.

Şirovekar pêşbîn dikin ku berbijartina Samantha Power dikare derfeteke nû bide rexnegirên li Kongrêsê ku têkçûnên Serok Obama di siyaseta derve de gotûbêj bikin, bi taybet derbarê Sûrîyê.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:11 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG