Yekîtîya Ewropa ji Tirkîyê re got, polîsan hêzekê pir mezin li dijî xwenîşandêran bikar anî û cîhê wê kiryarê di demokrasîyan de tune ye.
Komîsyonerê Firehbûna Yekîtîya Ewropa Stefan Fuele ew şîroveyên xwe di konferanseke de li Stenbolê kirin, ku Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî pişikdarî lê dikir.
Dema xwepêşandanan de polîsan gaza îsotê û xortimên avê li dijî xwenîşandêran xebitandibûn.
Di tundîya navbera xwenîşandêr û polîsan de herî kêm 2 kes hatibûn kuştin, bi hezaran kesên din jî birîndar bibûn.
Cîgirê Serokwezîrê Erdogan, Bulent Arinç li ser navê hikûmetê lêborîna xwe raberî tundîya polîsan kiribû.
Serokwêzîr Erdogan di vegera serdana xwe ya Afrîka de, li Firîngeha Ataturk ya Stenbolê ji deh hezaran alîgirên xwe re gotibû ku divê xwenîşandna demûdest bêne qedandin.