Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqînekê de li Humsê Heft Kes Hatin Kuştin


Çalakvanên Sûrî û televizyona dewletê radigihînin ku li taxeke bajarê Humsê yê Sûrîyê otomobîlek teqî, li dema ku hêza hikûmeta Beşar El Esed êrîş li ser serhildayên gundên nêzîkî wî bajarî dikir.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeha wê li Brîtanya ye û jimareke karmendên wê li Sûrîyê hene, radigihîne ku bombe di nav otomobîlê de hatibûn danîn.

Li gorî raportên destpêkê yên wê rêxistinê, heft kes di wê teqînê de hatin kuştin.

Lê belê televizyona El Îxbarîye ya ser bi dewleta Sûrîyê ragihand ku teqîna taxa Nozah ya başûra Humsê xwekuj bû. El Îxbarîye hejmara kuştîyan eşkere nekir.
XS
SM
MD
LG