Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karmendekî Berê yê CIA Zanîyarîya Nepenî Eşkere Dike


Edward Snowden
Karmendekî berê yê Ajansa Agahîyan ya Navendî (CIA), ku wek kontraktor bo Ajansa Parastina Niştîmanî (NSA) kar dikir, dibêje wî jibo rojnameyan eşkere kir ku hikûmeta Amerîkî çavdêrîya telefon û înternetê dike.

Edward Snowden, yê 29-salî, dibêje wî peywendî birojnameya Guardian ya Brîtanî û Washington Post ya Amerîkî kir.

Herdu rojname heftîya bihurî ragihand ku hikûmeta Amerîkî çavdêrîya telefon û înterneta Amerîkîyan dike.

Snowden, ku meha Gulanê revîya Hong Kong, dibêje ku wî tu xeletî nekirine.

Karbidestên Amerîkî raportên wan rojnameyan red nakin, lê belê dibêjin ku armanca wan ne çavdêrîkirina telefon û înternetê ye û pêzanînên hatîne komkirin bûne sedema hilweşandina êrîşên teroristî.
XS
SM
MD
LG