Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes li Îraqê Hatin Kuştin


Bi sedema zincîreke teqînan li Îraqê, herî kêm 39 kes hatin kuştin.

Piranîya teqînên otomobîlan roja Duşemê li naverat û bakura Îraqê qewimîn. Armanca teqînan bazar û hêzên polîsên Îraqî bûn.

Piştî teqînan hêzên parastinê li bajarê Musil qedexekirina hatin û çûnê ragihand.

Ligel destpêkirina xwepêşandanên Sunnîyan li dijî hikûmeta Îraqê li destpêka vê salê, tundûtûjî li wî welatî zêde bûn.
XS
SM
MD
LG