Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Helebce, Kurd Kompanyayên Fransî Didin Mehkemê


Nêzîkî 25 salan piştî dîktatorê Îraqî Sedam Husên bi çekên kîmyawî êrîşa bajarê Helebce kir, Kurdên ku li wê êrîşê rizgar bûn kompanyayên Fransî didin mehkemê.

Hejmareke Kurdan li dadgeha Parîsê sikala li dijî kompanyayên Fransî tomar kir û daxwaz dikin ku karbidestên Fransî lêkolînê ligel wan kompanyayan bikin ku alîkarîya hikûmeta Îraqî ya berê kirin jibo bidestxistina çekên kîmyawî.

Parêzerê qanûnî yê Kurdan li Parîsê, Gavriel Marion, dibêje ku wan hejmareke kompanyayên Fransî destnîşan kirine jiber rola wan di programa çekên kîmyawî yên Sedam Husên de.

Li êrîşa kîmyawî ya sala 1988'ê, nêzîkî 5,000 kes li bajarê Helebce yê Kurdistana Îraqê hatin kuştin.
Kurd Kompanyayên Fransî Didin Mehkemê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00
XS
SM
MD
LG