Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îskender Ertûşî: Eger Dewlet Bixwaze Em Dikarin Çekan Berdin


Îskender Ertûş
Îskender Ertûş
Konferansa “Çareserî û Yekîti ya Bakurê Kurdistanê" roja Şemîyê li Dîyarbekirê destpê kir.

Jibo beşdarê konferansê bibin, ji bilî Partîya Maf û Azadîyê HAKPAR û HUDA-PAR’ê, ji 48 partî û rêxistinên Kurd, 260 delege beşdar bûn.

Sosyolog İsmîl Beşîkçî ji beşdarê konferansê bû. Birêz Beşîkçî ji Dengê Amerîka re got “Jibo paşeroja Kurdan ev konferans rêya Kurdan ronî dike. Li gorî 40 sal berê neha li ser statu û yekîtîya Kurdan bi azadî nîqaş tên kirin. Xebatên bi vî rengî di lêgerînên jibo çareserîyê de, dê ji Kurdan re rêbertî bike.”

Nivîskar Fehîm İşik jî got ew konferans di pengavek girîng de pêk tê û ew hêvî dike ku Kurd yekitîya xwe dikaribin ava bikin. Nivîskarê Kurd destnîşan kir wî hêvî nedikir ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan nameyek bişîne û beje ku ew nikare bi sere xwe vê pengavê birêve bibe û rolek bide ser konferansê.

Karmenda Kurd Ferda Cemilpaşa jî destnîşan kir li gorî konferansên bere, jibo hizir û nêrînên cuda tehamulek berbiçav heye û dexwaza hatina ba hev ya jibo yekîtîyê neha zêdetir e.

Yek ji kesayetîyên balkêş yê konferansê serokê Eşîra Ertûşîyan Îskender Ertûşî bû.
Hêjayî gotinê ye ku 30 sal berê li hemberê PKK’ê cara yeke ev eşîr çek hilgirt û bûn qorîcî yan cerdewan.

Neha jî 2600 qorîcîyê vê eşîrê hene. Serokê Eşîra Ertûşîyan Îskender Ertûşî ji Dengê Amerîka re got ew jibo vê pengavê spasdarê Serokwezîrê Tirkîyê ne û eger dewlet bixwaze ew dikarin çekan berdin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:25 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG