Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Heft Bajarên Îraqê Teqîn û Êrîş


Bi sedema zincîreke teqîn û êrîşan li başûr û bakura Îraqê, bi kêmî ve 40 kes hatin kuştin.

Armancên teqînên roja Yekşemê, deverên piranî Şîe bûn.

Di teqînekê de li bazara bajarê pîrozê Necef, herî kêm heft keshatin kuştin.

Herwiha bi sedema du teqînan li bajarê Besre, şeş kes hatin kuştin.

Hevdem, teqîn li bajarên Nasirîye, Mehmûdîye, Hilleh û Kût jî qewimîn.

Li bajarê Musil jî, bi sedema êrîşeke çekdarî li dijî xaleke vekolînê, bi kêmî ve çar polîs hatin kuştin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:16 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG