Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Mudaxeleya Gezî re, Protesto li Tirkîyê Zêdetir Bûn


Li demeke ku Hevgirtina Taksîmê jibo biryarê li ser dawîkirin yan jî berdewama nobedarîya li Gezî Park (Parka Geryanê) bide dicivîya, bizavkarên Taksîmê rastî mudaxeleyeke tund ya polîsan hatin ku park jî hate vala kirin.

Mudaxeleya polîsan roja Şemîyê êvarê piştî gotinên Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ku li paytaxt Enqerê ji alîgirên partîya xwe re dipeyivî pêk hat.
Serokwezîr Erdogan, bang li bizavkarên Gezî Parkê kir û got, "sibe mîtinga me ya Stenbolê heye. Ger hûn wê derê vala nekin hêzên me yên ewlekarîyê zanin wê derê çawa vala bikin."

Piştî demek bi ser van gotinên serokwezîr re derbas bû, heta demekê polîsan hişyarî da kesên li qada Taksîm û Gezi Parkê ne. Piştre jî bi gaza îsotê û ava şidiyayî mudaxeleyeke tund destpê kir.

Bi valakirina meydana Taksîmê û Gezî Parkê re xwepêşanderan protestoyên xwe berdewam kirin ku gelek kes birîndar bûn.

Piştî mudaxeleyê qada Taksîmê û Gezî Park ji alîyê hêzên polîsan ve hatin dorpêçkirin ku çûn û hatin jî ji gel re hate qedexe kirin.

Li Stenbolê heta vê sibehê jî bi deh hezaran kes li gelek gelek deverên cuda yên bajêr kom bûn ku xwestin bimeşin meydana Taksîmê.

Hevgirtina Taksîmê jî roja Yekşemê bi daxuyanîyeke nivîskî mudaxeleya polîsan bi tundî şermezar kir û bang li Stenbolîyan kir li qada Taksîmê kom bibin.

Hevgirtin, di daxuyanîya xwe de dîyar dike, mudaxeleya polîsan li demeke zarok, dayik û turîst jî li Gezi Parkê bûn pêk hatîye û mudaxeleyê wekî rêbazeke dijî mirovatîyê dinirxîne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG