Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Tirkîyê: Dibe ku Artêş Mudaxelê Bike


Bulent Arinc (rast) û Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan.
Bulent Arinc (rast) û Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan.
Hikûmeta Tirkîyê ragihand, dibe ku artêş mudaxelê bike û rêkê li pêş xwepêşandanan bigire, piştî sê heftîyên protestoyên bi tundûtûjî li dijî hikûmetê.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Bulent Arinc roja Duşemê got ku eger hêza polîsî bes nebe, artêş wê alîkarîyê bike jibo parastina qanûnê.

Hevdem, pênc sendîkayên sereke yên Tirkîyê dest bi gireveke yek rojî kirin jiber tepeserkirina xwepêşanderên parka Gezî ya Stenbolê ji layê polîsan ve.

Li Enqere ya paytext û bajarên din jî endamên serndîkayan jibo piştgîrîya xwepêşanderan meşîyan.
XS
SM
MD
LG