Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Pesna “Qehremanîya” Polîsan Dide


Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan bersiva rexneyên rêxistinên mafên mirovan û welatên Ewropî da û got ku polîs bi rengekî qehremanî serederî ligel xwepêşanderan kir.

Di gotarekê de roja Duşemê li Enqere, Erdogan got ku xwepêşander, ne polîs, tund bûn û hêzên parastinê bi sebir û tehemil bûn.

Xwepêşandanên li dijî hikûmeta Erdogan jibo dema sê heftîyan berdewam bûn.

Di wan xwepêşandanan de çar kes hatin kuştin, ku yek ji wan polîs bû.

Rêxistinên mafên mirovan radigihînin ku polîsan hêza tund li dijî xwepêşanderan bi kar anî.
XS
SM
MD
LG