Hikûmeta Amerîkî êrîşa Partîya Yekîtîya Demokrat li dijî xwepêşanderan li bajarê Amûdê şermezar dike.
Çekdarên PYD’ê li wî bajarî şeş kes kuştin û bi dehan kes birîndar kirin û 90 bizavkar binçav kirin.
Hikûmeta Amerîkî radigihîne ku tu sedem rewatî nade êrîşên Amûdê û tu sedem rewatî nade bizavên PYD’ê jibo tepeserkirina azadîyên axaftin û xwepêşandanê û bêdengkirina kesên ku bi aştîyane xebatê jibo demokrasî û mafên mirovan dikin.
Di peyamekê de roja Duşemê, Wezareta Derve ya Amerîkî ragihand ku divê PYD dest ji taktîkên hovane berde û rêzê li mafên mirovan û serbilindîya tevaya welatîyên Sûrî bigire.

Şîroveyan bibîne (1)
Pirtir şîrove bar dike