Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rehîm Reşîdî: Gerek Pîrozbahî li Gelê Misirê Bikin


Meydana Tehrîr li Qahîre, piştî biryara arêşê ya hilweşandina serokatîya Mihemed Mursî.
Meydana Tehrîr li Qahîre, piştî biryara arêşê ya hilweşandina serokatîya Mihemed Mursî.
Artêşa Misirê şeva Çarşemê desthilata serok Mihemed Mursî hilweşand.

Di peyameke televizyonî de, fermandarê artêşa Misirî Xelîl El Sîsî got ku kar bi destûrê welatî hate ragirtin û serokê dadgeha destûrî yê Misirê wê bibe serokê demkî yê welatî.

Mihemed Mursî, ku yekemîn serokê sivîl yê hilbijartî bû li Misirê, Îslamî ye û ser bi tevgera Îxwan e.

Rehîm Reşîdî, endamê Fedrasyona Navneteweyî ya Rojnamegeran li Washington, dibêje ku artêşa Misirî artêşeke gelî ye û berjewendîyên gelî diparêze û dûrkirina Mursî ji dethilatê beşek e li bizava artêşê jibo parastina pêşeroja Misirê.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîkî, birêz Reşîdî got ku bûyerên Misirê “xuya dikin ku bihara Erebî jibo Îxwan û tevaya tevgerên Îslamî li seranserê Rojhilata Navîn wê bibe zivistaneke sar.”

Birêz Reşîdî dibêje, dema ol jibo merema bidestxistina desthilatê tê bikaranîn, “hem ol bêrêz dibe û hem jî hemû nîşanên azadî û dadwerîya civakî ji holê radibin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:54 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG