Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirsa Tûndûtûjîyê li Misirê Dîsa Derdikeve Holê


Tevgera Îxwan el Muslimîn li Misirê banga xwepêşandinan dike jibo redkirina gava artêşê ya daxistina Serok Mihemed Morsî, li vê dema ku hêzên opozisyonê jî bangê li piştgirên xwe dikin ku dakevin kolanan.

Banga xwepêşandinan ji herdu alîyan xeman tîne holê ku tundûtûjî careke din vegere kolanên Misirê, du rojan piştî ku pevçûnên di navbera herdu alîyan de bi kêmî 36 kuştî û bêtirî hezar birîndarî li dû xwe hiştin.

Îxwan el Muslimîn ku piştgirîya Morsî dikirin wekî yekem serokê Misirê yê bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartin, gava artêşê wekî derbeya leşkerî şermezar kir û daxwaz dikin ku Morsî careke din vegere desthilatê.

Hemdem, grupên liberal, sekuler û genc yên ku serkêşîya helmeta daxistina Morsî dikirin, bang li piştgirên xwe kirine ku dakevin Qada Tehrîrê li Qahîreya paytext jibo piştgirîya xwe bo hikûmeta Demikî ya Misirê nîşan bidin.
XS
SM
MD
LG