Li Lubnanê bombeyeke nav otomobîlekê peqî û di encamê de, herî kêm 37 kes birîndar bûn. Peqîn îro Sêşemê li taxa Beir el-Abed qewimî ku li başûrê paytaxt Beyrut cîh digire.
Hate ragihandin ku piranîya gelê wê taxê Şîa ne û piştevanên Hîzbullah in. Nêzîkî cîhê bûyerê, herwiha gelek dîkan û ofîsa Hîzbullah jî hebûn.
Di peqînê de jimareke otomobîl bi agir ketin û dûkelên stûr li esmanê bilind bûn.
Demûdest kesekî berpirsîya peqînê bi ser xwe ve negirt.
Lê, di demên dawî de alozîyên navbera Sunnî û Şîayên li wî welatî zêde bûne, jiber şerê berdewam li Sûrîyê. Dema Sunnî piştgirîya serhildayan dikin, Şîa jî destek didin Serokê Sûrî Beşar Esed.