Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komisyonerê NY: Krîza Sûrîyê ya Mirovahî Herêmî Ye


Komisyonerê bilind yê Neteweyên Yekbûyî jibo Penaberan Antonio Guterres bang li Civata Ewlekarîya NY û civaka navneteweyî dike ku hinek gavan bajêrin da ku rîska teqîneke mezin li sernaserî Rojhilata Navîn hilînin.

Di gotinekê de ji ofîsa xwe li Jinêvê bo Civata Ewlekarîyê, Guterres bang li welatên cîran yên Sûrîyê kir ku sînorên xwe jib penaberan vekirî bihêlin, lê wî herwiha got ku bandora krîza penaberan li ser welatên cîran jî zêde dibe.

Cîgira Sekreterê Giştî yê NY jibo Karûbarên Mirovahî Valerie Amos rewşa li Sûrîyê wekî krîzeke herêmî da zanîn. Wê got ku alîkarîya mirovahî ya ku digihêje hundirê Sûrîyê têrê nake.

Piştî kombûneke li paş dergehên girtî, serokê civatê Rosemary DiCarlo ji rojnamevanan re got ku her 15 welatên endam gihiştin rêkeftinekê ku alîkarîya hemû karmendên mirovahî li sernanserî Sûrîyê bikin. Li ser karîna xwe wekî nûnereke Amerîka, DiCarlo got ku hemû rêxistinên NY ku li jêr nîrên dijwar li Sûrîyê kar dikin, gelek hemwelatîyên Sûrî bê alîkarî dimînin.
XS
SM
MD
LG