Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PPR: Tirkîye Xofa ‘Kurdistan Tê Ava Kirin’ Belav Dike


Platforma Piştgirîyê ya Rojava di derbarê êrîşên li Serêkanîyê de daxûyanîyek dan çapamenîyê. Ji însîyatîfa Azadîyê Sidki Zîlan daxûyanîyê xwend.

Daxuyanîya ku bi giranî li ser êrîşên Serêkanîyê û helwesta Tirkiyê hatibû amade kirin weha dewam kir. “ Me li Serêkanîyê dît ku çekdarên El Kaîde erîşê ser tax û bajarên Kurdan kirin, qestê canê wan kirin. Rêxistinên Rojava bi biryara Desteya Bilind parastina gel û bajarên xwe dikin.”

Platforma Piştgirîya Rojava helwesta Tirkîyê ya di derbarê buyerên Serêkanîyê rexne kir û weha dewam kir “ Rayedarên Tirkiyê, jibo di nav raya giştî de li dijî PKK û PYD helwestek çekin, xofa ku “Kurdistan tê ava kirin” belav dikin, rastîya Rojavayê bi awayek xelet bilêv dikin. Rayedarên dewletê û medya Tirk di nav xeletîyek mezin de ne."
Platformê îfade kir jiber ku beşekî mezin ê Kurdîstanê di bin deste Tirkiyê de ye û jiber ku mafê sîyasî û mirovî nedaye Kurdan, destkeftîyên Kurdên beşe din jibo xwe wekî gef dibine.

Daxuyanî weha bi dawî bû “ Gelê Kurdîstan û Rojavayê û nûnerê wan ne neyarên gele Tirk in. Berîhevdana hikumet û dewletê ê xesarê bide aşitîya navxwe ya Tirkiyê jî. Em dibêjin ku helwesta hikumet û dewletê dijî pêvajoya çareserîyê ye û em di serî de Tirkiye bang li hemû aktoren herêmê dikin da bi nunerên rewa yên Rojava û bi Desteya Bilind re dest bi hevkarî û dîyalogê bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG