Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Xwepêşandanên ‘Hikûmet Gav Bavêje’


Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) li Stenbolê di çarçoveya kampeyna ‘Hikûmet Gavan Bavêje’ de, roja Yekşemê li sê deverên cuda xwepêşandan lidar xistin.

Xwepêşandanên Stenbolê li Bagcilar, Kadikoy û Taksîmê pêk hatin ku ji hikumeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hate xwestin, jibo pêşvebirina pêvajoya çareserîyê bi lezgînî gavan bavêje.

Xwepêşanderên Kurd, pêşgirên ku li ser wan ‘Hikumet Gav Bavêje’ hatibû nivîsîn li xwe kirin û bi dirûşman daxwazîyên xwe anîn ziman.

Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel dîyar kir, ‘armanca Kurdan êdî ne ew e ku bi şerê çekdarî armancên xwe bi cî bînin, berevajî wê jiber ku dixwazin bi rêya sîyaseta demokratîk bigihîjin armancên xwe gerîlayên xwe vedikişînin. Ev jî nîşan dide ku Kurd jibo pêkanîna aştîyê bibîryar in.’

Xanima Tuncel, şer û pevçûnên li herêma Kurdên Sûrîyê rû didin jî bibîr xist û got, ‘hikumeta Tirkîyê jibo şerê Kurdan bikin alîkarîya milîtanên îslamîyên tûndrew dike ku ger ev helwest berdewam be wê pêvajoya aştîyê jî bikeve xeterê.’
Li xwepêşandana ‘Hikumet Gav Bavêje’ de, dayikên Kurd yên bi navê Zerîfe, Medîne û Gulê jî ji Dengê Amerîka re nêrînên xwe parve kirin.

Wan jî dubare daxwazên xwe yên aştîyê anîn ziman ku ew jî di wê bawerîyê de ne dora gavavêtinê hatiye hikumetê.

Hikumet Gav Bavêje
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:49 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG