Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Misirê Alîgirên Mursî Hişyar Kirin


Alîgirên serokê berê yê Misirê Mihemed Mursî soz didin ku xwepêşandana wan berdewam dibe, herçend wezîrê navxwe yê Misirê ew hişyar kirin ku hêzên parastinê xwe amade dikin ku xwepêşandana wan hilweşînin.

Bi hezaran alîgirên Mihemed Mursî yê Îslamî roja Yekşemê li meydana Rabîye El Edewîye û li nêzîkî Zanîngeha Qahîre kom bûn, rojek piştî şer û pevçûnên giran li navbera alîgirên Mursî û hêzên parastinê.

Di wan pevçûnên roja Şembî de bi kêmî ve 74 kes hatin kuştin.

Tevgera Îxwan El Muslimîn ragihand ku hêzên polîs û çekdarên nenas bi çekan êrîşa xwepêşanderan kirin; xwepêşanderên ku daxwaza vegerandina desthilata serokatîya Mursî dikin.

Di destpêka vê mehê de artêşa Misirê desthilata Mihemed Mursî hilweşand, ku yekemîn serokê hilbijartî yê sivîl bû.
XS
SM
MD
LG