Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tunisê Dest ji Desthilatê Bernade


Alî El-Erîd
Alî El-Erîd
Serokwezîrê Tunisê dibêje hikûmeta wî dest ji desthilatê bernamde, di demekê de ku partîyên opozisyonê daxwaza hilweşandina hikûmetê dikin.

Alî El-Erîd herwiha soz da ku li meha 10 qanûna bingehîn amade bike û hilbijartinan li roja 17’ê meha 12 birêve bibe.

Di gotarekê de roja Duşemê, El-Erîd banga opozisyonê red kir jibo hilweşandina hikûmeta bi rêberatîya Îslamîyan û avakirina hikûmeteke yekîtîya niştîmanî.

Kuştina sîyasetmedarê çepxwaz Mihemed Îbrahîmî roja Pêncşemê ya bihurî bû sedema kûrbûna alozîyên sîyasî li Tunisê.

Serhildana bi navê ‘Bihara Erebî’ li sala 2011’ê li Tunisê destpê kir.
XS
SM
MD
LG