Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Gerek Danûstandinên Aştîyê Îro Destpê Bikin


Tizpi Livnî
Tizpi Livnî
Karbidesta Îsraîlî Tizpi Livnî dibêje ku gerek danûstandinên bi Felestînîyan re îro destpê bikin.

Di hevpeyvînekê de bi ajansa Associated Press re, Livnî got ku dubare destpêkirina danûstandinan hêvîyan dide gelên Îsraîlî û Felestînî.

Livnî serokatîya şandeya Îsraîlê dike ku roja Duşemê li Washington bi şandeya Felestînî kom dibe.

Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry mêvandarîya serokên şandeyên Îsraîlî û Felestînî dike. Sayb Erêkat serokê şandeya Felestînîyan e.

Civîna navbera herdu alîyan roja Sêşemê jî berdewam dibe.
XS
SM
MD
LG