Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê Giştî yê Cebhet El Ekrad: Em Nûnertîya Hemî Civaka Sûrî Dikin


Şervanên Cebhet El Ekrad
Tabura Cebhet El-Ekrad beşek ji Artêşa Azad ya Sûrî ye ku piranî ji Kurdan pêk tê. Xencî Kurdan, Ereb, Asurî, Tirkmen û pêkhatîyên din yên civakê jî di nav vê hêzê de cîh digirin.

Navê Cebhet El-Ekrad bi şerê dijî komên radîkal yên wek Nusra û Dewleta Îslamê ya Îraq û Sûrîyê, li Girê Sipî (Til Abyad) hatibû bihîstin. Piştî ku Cebhet El-Ekrad berpirsê El Nusra, Ebu Musab girt, nav û dengê wê li cîhanê belav bibû.

Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de Hacî Ahmed Kurdî, Fermandarê Giştî yê Cebhet El Ekrad agahîyên fireh dide guhdarên me.

Birêz Kurdî dibêje, ew rengeke rastîn ya civata Sûrî ne jiber ku hemî pêkhatîyên wî welatî di nav me de cîh digirin.

Kurdî rexne li Artêşa Azad ya Sûrî digire ku ji armanca xwe derketiye û hetiye bin desthilata komên çekdar yên radîkal.

“Gelek komên nav Artêşa Azad desthilata van komên tundrê qebûl kirin, lê tenê Kurd dijî wê yekê derketin û li ber xwe didin. Loma jî bi awayekî tund û hovane êrîşî me dikin.”


please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:10:22 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG