Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Tirkîyê Her Çar Komandarên Hêzên Çekdarî Guhertin


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan bi komandarên artêşê re (arşîv).
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan bi komandarên artêşê re (arşîv).
Hikûmeta Tirkîyê her çar komanarên hêzên çekarî yên welatî guhertin, di nav de rêberê Hêzên Gendarme Bekir Kalyoncu. Dihate çaverêkirin ku General Kalyoncu bibe rêberê hêzên erdî.

Guherîna komandarên hêzên çekdarî roja Şembî hate ragihandin, piştî ew guherînkarî ji layê serok komarê Tirkîyê Abdullah Gul ve hate pejirandin.

General Hulsui Akar wek komandarê hêzên erdî dest bi kar bû.

General Akin Ozturk cihê Mehmet Erten girt wek komandarê hêzên esmanî.

Herwiha Admîral Bulent Bostanoglu cihê Murat Bilgel girt wek komandarê hêzên deryayî.
XS
SM
MD
LG