Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşanderên Tirk li Stenbolê Hatin Binçavkirin


Bi sedema pevçûna navbera polîsên Tirk û xwepêşanderên li dijî hikûmetê li navenda Stenbolê, hejmareke xwepêşanderan birîndar bûn.

Polîsan ava bihêz û gaza îsotê li dijî xwepêşanderan bikar anîn dema xwepêşanderan xwest ku biçin qada Taksîm û parka Gezî.

Hejmareke xwepêşanderan ji layê polîsan ve hatin girtin.

Li meha Hezîranê, xwepêşandanên mezin li dijî rêbazên Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan li qada Taksîm a Stenbolê û bajarên din yên Tirkîyê birêve çûn û tundûtûjî çêbûn.

Di wan tundûtûjîyan de pênc kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG