Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Cejna Remezanê Pîroz Dike


Bi helkefta cejna Remezanê, Serok Barack Obama peyameke pîrozbahî belav kir û ev jî teksta wê ye:

“Michelle û ez gerimtirîn pîrozbahî li Musilmanên Amerîka û seranserê cîhanê dikîn bi helkefta cejna Remezanê. Di meha bihurî de, Musilmanan Remezan pîroz kir bi nivêj, rojî, merasîmên olî û serdana xweştivîyên xwe. Di îftara vê salê de li Qesra Sipî, ez serbilind bûm ku min hejmareke Musilmanên Amerîkî dît, ku xebata wan demokrasîya me dewlemendtir dike û aborîya me bihêztir dike.

Gelek ji Amerîkîyan rojîya xwe ligel heval û hevkarên xwe yên Musilman şikandin. Remezan tîne bîra me ku sipasîya nîmeta xweda bikîn û dilovan bîn ligel kesên hejar û kesên ku di rewşeka xirab de ne, wek bi milyonan welatîyên Sûrîyê ku Remezan dûr ji malên xwe, dûr ji malbatên xwe, dûr ji xweştîvîyên xwe derbas kirin. Jibo alîkarîkirina gelek welatîyên Sûrî di cejna Remezanê de, hikûmeta Amerîkî 190 milyon dollarên din pêşkeş dike ku ji xwarin û alîkarîyên din yên mirovatî pêk tên. Bi van alîkarîyan jî her ji destpêka qeyrana Sûrîyê vir ve, Amerîkayê pitir ji yek milyar dollar wek alîkarî pêşkeşî gelê Sûrîyê kiriye.

Jibo bi milyonan welatîyên Amerîkî, cejin beşek e ji pêkhata rengîn ya nerît û edetên cûdayên Amerîkayê û ez cejna hemû Musilmanan pîroz dikim. Eîd Mubarak."
XS
SM
MD
LG