Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry û Lavrov li Washington Dicivin


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dê careke din ji Rûsya daxwaz bike ku karmendê berê yê ajansa ewlekarîya niştimanî (NSA) Edward Snowden radest bike, dema ku îro Înîyê ligel hevtayê xwe yê Rûs bicive.

Birêz Kerry û Wezîrê Berevanîyê Chuck Hagel dê danûstandinan li Washington bi Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov û Wezîrê Berevanîyê Shoigu pêk bînin.

Berdevka Wezareta Derve Jen Psakî dibêje, dê doza Snowden bê guman beşek ji gotûbêjên navbera herdu alîyan be.

Biryara Rûsya ya dana mafê penaberîyê jibo Snowden, hikûmeta Amerîkî tûre kiriye. Ew yek ji gelek cihên dijberîyê bû ku bûn sedem Serok Barack Obama helcivîna Mosko ligel Serok Vladimir Putin betal bike.

Lê xanim Psakî dibêje ku hîn gelek pirsgirêk ligel Rûsan werin gotûbêjkirin, wekî Afganistan, Îran, Koreya Bakur û hewildanên lidarxistina konferanseke navneteweyî ya aştîyê jibo Sûrîyê.
XS
SM
MD
LG