Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Racî Bilîcî: Ergenekon Derba Mezin li Bajarê Kurdan Xist


Biryara Doza Ergenekonê mora xwe li ser bizava runiştinê ya xizmên wundayan xist.

Malbat û xizmên kesên wundayan jibo ku aqûbeta wundayan hîn bibin, 235 heftene li Dîyarbekirê, li ber Peykera Mafê Jîyanê bizava rûniştinê lidar dixin.

Xizmên wundayan destnîşan kirin çend rayedar û fermandarên ku ji doza Ergenkonê hatin dad kirin, fermana kuştina bi hezaran Kurdan dan û malbatan bertek nişan da ku çima dadgehê jibo van sûcan jî ceza neda ye.

Serokê Komeleya Mafê Mirovan yê Şaxa Dîyarbekirê ( İHD) Racî Bilîcî got di eslê xwe de rêxistina Ergenekon derba mezin li bajarê Kurdan xist û da zanîn gelek fermandarên ku ji Doza Ergenekonê de hatin dad kirin, berpirsên kuştin û wunda kirina bi hezaran Kurdan in.

Birêz Bilici dîyar kir dadgehê carekî jî goh neda denge dayikê wundayan û destnîşan kir di nav arşivên dewletê de gelek belge hene ku delîlê fermana kuştin û wundaya ne. Serokê İHD’a Dîyarbekirê got divê hikumet heqê wundayan jî ji wan fermandarn bipirse.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:07:06 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG