Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Tundûtûjîya Misirê Hate Şermezar Kirin


Li Stenbolê bi xwepêşandaneke girseyî êrîş û mudaxeleya artêşa Misirê ya ser alîgirên Mihemed Mursî hate protesto kirin.

Xwepêşandana protestoyî ku roja Şemîyê li ber mizgefta Emînonu pêk hat, ji alîyê Weqfa Alîkarîya Mirovî (IHH) û Ozgur-Der’ê ve hate saz kirin.

Serokê IHH’ê Bulent Yildirim, di axaftina xwe de xwest, General Ebdulfettah El Sîsî di zûtirin demê de terka welat bike û Serokomarê Berê Muhammed Mursî û hemû kesên hatine girtin werin berdan.

Serokê IHH’ê bersiv da sûcdarîyên ser komeleya wan ku bi sedema tawana alîgirîya El Qaydê dikin tê xwestin IHH têkeve nav lîsta terorê.


Wî got, “li Amerîka û Ewropayê hin dezgehên medyayê belav dikin ku em bi taybet li Sûrîyê alîkarîya aborî ji terorê û El Qaydê re dikin. Ev nûçeyên derewîn ji alîyê Ajansa Fars ya Îranî ve hatine belav kirin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:21 0:00
Direct link

Xwepêşandana protestoyî ligel beşdarîya nivîskarên Îslamî û serokên komelên Îslamî bi axaftinên hin bizavkarên alîgirên Mursî ku ji Misrê hatibûn berdewam kir.

Hêjayî gotinê ye cara pêşî ye, li xwepêşandaneke girseyî ya îslamîstên Tirkîyê ligel dewletên Ewropî, Amerîka û Îsraîlê Komara Îslamîya Îranê jî bi mebesta alîgirîya Serokdewletê Sûrîyê Beşar Esed dike bi dengekî bilind tê protesto kirin.

XS
SM
MD
LG