Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xalid Alî: Hebûna Kurdan li Rojavayê di Metirsîyê de ye


Her ji roja Pêncşemê vir ve, nêzîkî 30,000 Kurdên Sûrîyê derbasî Kurdistanê Îraqê bûn, li gorî ajansa koçberan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî. UNCHR radigihîne ku roja Duşemê bitenê, nêzîkî 3,000 penaberên Kurd çûne Kurdistana Îraqê.

Xalid Alî, endamê rêberatîya Partîya Yekîtîya Kurdistanê dibêje ku eger hatina Kurdan ji Sûrîyê bo Kurdistanê Îraqê berdewam be, “di demekê kurt de rojavaya Kurdistanê betal dibe ji xelkê xwe. Ev metirsîyeke mezin e li ser hebûna Kurdan li rojavaya Kurdistanê û metirsî ye li ser asayişa neteweyî ya Kurdisatnê li parçên din, bi taybet li başûra Kurdistanê.”

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Xalid sipasîya serokatî, hikûmet û xelkê Kurdistana Îraqê kir jibo alîkarîyên ku pêşkeşî penaberên Kurd dikin.

Birêz Xalid dibêje ku hemû pêkhatên Kurdistana Îraqê wekî erkekî mirovatî û Kurdayetî penaberên rojava hembêz dikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:42 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG