Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neh Kes li Îraqê Hatin Kuştin


Karbidestên Îraqî dibêjin, di encama du teqînan de bi kêmî neh kes li welatî hatine kuştin.

Efserekî polîsan dibêje, mîlîtanan pênc leşker roja Yekşemê ji taksîyê li ser xaleke kontrolê ya saxte li nêzîkî bajarê Mûsilê revandin û paşê ew kuştin. Efser herwisa eşkere ku çekdaran dikandarek li hundir Mûsilê kuştin. Dikandar bixwe Şebek bû.

Efserekî din yê polîs got ku bombeyek li rex trimbêlekê teqîya ku dadwerek li bajarê Beled yê bakurê Îraqê tê de bû. Di encama wê teqînê de sê hemşîre hatin kuştin ku nêzîkî cihê bûyerê bûn. Dadwer û birayê xwe û ajovanê xwe jî birîndar bûn.

Karbidestên saxlemîyê jî jimara qurbanîyan piştrast kirin. Hemûyan navên xwe eşkere nekirin, jiber ku wan destûr nebû agahîyan derbarê êrîşan bidin.
XS
SM
MD
LG