Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêvekolên N.Y. li Şamê Rastî Êrîşan Hatin


Neteweyên Yekgirtî ragihand ku çekdarên nenas li paytexta Sûrîyê teqe li otomobîleke lêvekolên çekên kîmyawî kirin.

Peyvdarê sekretêrê giştî yê N.Y. dibêje ku otomobîla lêvekolan çend caran rastî êrîşên qenasan hat û otomobîl ji kar ket.

Tîma Neteweyên Yekbûyî li Şamê ye jibo encamdana lêkolînan li ser êrîşa berguman ya bi çekên kîmyawî heftîya bihurî li devera Xûte.

Opozisyon û çalakvan radigihînin ku rejîma Beşar El Esed çekên kîmyawî bikar anî. Hikûmeta Sûrîyê jî radigihîne ku hêzên serhildayan berpirs in hemberî bikaranîna çekên kîmyawî.
XS
SM
MD
LG