Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Êrîşa Sûrîyê, Karbidestên Hikûmeta Amerîkî Diçin Kongresê


Encûmena Senatê
Karbidestên mezin yên hikûmeta Amerîkî li pêş desteyeke Senatê amade dibin di bizavekê de jibo razîkirina senatoran ku moletê bidin hikûmet êrîşeke leşkerî li dijî rejîma Beşar El Esed encam bide.

Wezîrê Derve John Kerry, Wezîrê Berevanî Chuck Hagel û Serleşker General Martin Dempsey roja Sêşemê li pêş komîteya Têkelîyên Derve ya Senatê amade dibin.

Serok Obama roja Şembî got ku gerek Amerîka êrîşa leşkerî li dijî rejîma Sûrîyê encam bide jiber bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gelê xwe. Lê belê Serok herwiha got ku operasyona leşkerî ya Amerîkî bê moleta Kongresê destpê nake.

Kongresa Amerîkî li Encûmena Nûneran û Senatê pêk dihêt.
XS
SM
MD
LG