Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kaplan: Divê Hikûmeta Tirkîyê Pakêta Xwe Eşkere Bike


Hasîp Kaplan
Hasîp Kaplan
Rêvebirîya KCK’ê bi daxuyanîyek ragihand jiber ku hikûmeta Tirkîyê jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd û di warê demokratîkbûnê de gavan neavêtîye, vekişîna gerîla dane rawestandin lê agirbest dê dewam bike.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Bekîr Bozdag di derbarê daxûyanîyê de got "ne rast e ku em rêxistina terorê weke muatab qebûl bikin û bersiva daxûyanîya wan bidin. Çawa dikin, ew dizanin. Lê tiştên ku lazime, Tirkîye dike. Di vê çarçovê de jibo hemî alternatifan me jî tedbîrên xwe girtine. Jibo ku teror biqede, emê heta dawîyê xebatên xwe bidomînin."

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk jî got “jiber ku heta neha hikûmetê tu gavan neavêtîye, ev daxûyanî hat dayîn. Divê hikûmet bawerî bide gel. Ger hikumet gavên berbiçav bavêje rêya vê pêvajoyê vekirîye.”

Parlamenterê Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) yê Şirnexê Hasîp Kaplan ji Dengê Amerîka re destnîşan kir “rawestandina vekişîna gerîla nayê wateya ku ev pêvajo xerabû û şer ê destpêdike. KCK bi vê daxuyanîyê dixwaze sozên ku hikûmetê dabûn, bibîr bixe da ku şertên divê bîne cî.”

Parlamenterê Kurd da zanîn jibo silametîya pêvajoya çareserîyê ev 20 rojên ku wê bên rojên kirîtik in û divê hikûmet pakêta xwe ya demokrasîyê eşkere bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:27 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG