Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: Îslamî ji Almanya Diçin Sûrîyê Jibo Şer


Berpirsê ajansa sîxorîya xwecihî ya Almanyayê dibêje, bi kêmî 170 Îslamîyên tundrê ji Almanya çûne Sûrîyê û tê bawerkirin ku hinek ji wan bi xurtî di nav şer de beşdar in.

Hans Georg Maassen ji radyoya Deutshlandfunk re di hevpeyvînekê de roja Yekşemê got ku dora 50 kesên tundrê di van çend mehên dawî tenê de ji Almanya çûne Sûrîyê.
Serekê Ofîsa Federal ya parastina Destûrê dibêje, ew xembar e ku hinek ji van radîkalan vegerin Almanya û dest bi planên terorîstî bikin.

Ajansên ewlekarîya Almanya îdîa dikin ku wan jimareke êrîşên plankirî ji alîyê Îslamîyên tundrê ve di salên dawî de betalkirin.
XS
SM
MD
LG