Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakêta Erdogan ya Demokratîkbûnê


Heci Demir: Tu hêvîyeka wî ji pakêtê nîne jiber ku hikûmet dixwaze Kurdan careke din bixapîne.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro Dûşemê Pakêta Demokratîkbûnê eşkere dike. Jibo gohdarên Dengê Amerîka me ji rûniştvanên Dîyarbekirê pirsî ka ew ji pakêtê çi hêvî dikin.

Heci Demir ku 35 sal in li taxa Derîyê Çîyê li ber Mizgefta Nebî pêlavan boyax dike, ji Dengê Amerîka re got tu hêvîyeka wî ji pakêtê nîne jiber ku hikûmet dixwaze Kurdan careke din bixapîne.

Evuqat Ahmed Bozkurt jî got “ Em ne li bende ne ku ev pakêt pirsgirêka Kurdan ji binî çareser bike lê em hêvî dikin ku bibe destpêka bicîanîna maf û dexwazên gele Kurdan”.
Mamostê zimanê Tirkî Cîhat Aydin jî got ev pakêt ne tene jibo Kurdan e jibo hemû gelen Tirkiyê ne. Lê ew ne li bende ye ku dexwazên Kurdan were cî.

Mimehed Tatlici jî got bila Kurd ji pakêtê ne hêvîdar bin ne jî bendewar jiber ku serkurdokwezîrê berê çi kiribin ê Recep Tayîp Erdogan jî wusa bike.

Jibo guhdarîkirina raportê faîlê deng dagire:
Pakêta Erdogan ya Demokratîkbûnê
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:03 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG