Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erê Dê Hikûmeta Amerîkî Bêt Daxistin?


Wesa dîyare şîyana girtina hikumeta Amerîkî çend tê zêde bibe li demê kû Demokrat û Komarîyên Kongirêsê çi nîşanên lihevhatinê liser xercîya hikumetê dîyar nakin.
Eger heta nîşeva îro duşem rêkeftin ne bû, piranîyê karên ne gelek giringên hikumetê wê bên girtin. Parkên niştimanî, mozexane dê bên girtin. Dana pasportan û alîkarîyê xizmetên bacê dê bên ragirtin. Hata hikumet girtî be, pitir ji milyonek karmendên sivîl dê kar û bê muçe bin.
Naverokê jêknegirtina Komarî û Demokratên Kongirêsê liser bernama çavdêrîya saxlemîyê ya Serok Barak Obama ye.
Civata Nuneran ya piranîya Komarîyan biryarek pesend kir li gora wê xercîya liser wê bernamê bêt ragirtin, li demekî hinek Komarîyên parêzyar dixazin ew bername bi yekcarî bît girtin.
Jibo pitir şirovekirin û têgihiştina vê kêşeya Amerîka guh bide vê hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel aborînas û taybetmendê sîyasetên nêvneteweyî Rêbîn Kawanî. Birêz Kawanî li bajê Dallas yê wîlayeta Texas ya Amerîkî ye.

Hevpeyvîn digel Rebin Kawani
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:44 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG