Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seyhan Urek: Hikûmet Jibo Ronîkirina Roboskê Ti Hêvîyê Nade



Kampeyna Aktivîstên Aştîyê ku bi sernavê ‘Em li Roboskê dadgeha leşkerî naxwazin’ hatiye destpê kirin wê heta 28’ê meha 12’an ku salvegera vê komkujiyê ye berdewam bike.
Îmzeyên ku li gelek bajar û bajarokên Tirkîyê werin berhev kirin jî roja 29’ê meha 12 ya 2013’an ji Serokomarîya Tirkîyê re têne şandin.
Kampeyna ronî kirin û cezakirina berpirsên kuştinkarîya Roboskê, li Stenbolê bi daxuyanîyekê ji alîyê bizavkarên aştîyê Îbrahîm Yaylali û Meral Gaylanî ve hate ragihandin.
Bizavkar Yaylali got, “Em dibînin ku hikûmet dixwaze vê mijarê sar bike. Herî dawî doza Roboskê ji dadgeha sivîl derxist û şand dadgeha leşkerî. Divê di zûtirin demê de doza Roboskê li dadgeha sivîl were vegerandin û ligel vê jî pêşengîya darizandineke dadwerî bê kirin.”
Xwişka Salih Urekê 16 salî ku li bûyera Roboskê hatibû kuştin Seyhan Urek ji Dengê Amerîka re li ser vê kampeynê peyivî û daxwazên xwe yên edaletê anîn ziman.
Xanima Urek jibo kampeynê piştgirî xwest û bibîr xist, piştî komîsyona parlemanê di rapora xwe de bûyer wekî qeza nirxand, ti hêvîya wan ji hikûmetê nema ye ku komkujîya Roboskê ronî bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:52 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG