Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esed: Piştevaniya Tirkîyê bo Terorîstan Dê Giran li ser Rawestit


Serokê Sûrîye Beşar Esed hûsdarî da Tirkîye cîran ku dê giran li ser rawestit jiber piştevaniya wê bo wek ew dibêjîte wan terorîstên li welatî wî.

Tikelîyên Tirkîyê û Sûrîyê berê baş bûn, lê jiber piştevaniya Ankara bo serhildayên ku şerî diken bo ladana hikûmeta Serok Esed, têkelîyên wan du welatan têkçûn.

Di hevpeyvînekê de ku roja Înê li televizyona Halk TV ya Tirkîye hat belav kirin, Serokê Sûrîyê, Serok Wezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan sûçdar kir ku rê dide tundrêyên pitir 80 welatan derbazî tixûbî bibin. Wî got eve buye egera mirina bi dehan hizar kesan ji xelkê Sûrîyê.
XS
SM
MD
LG