Lînkên eksesibilîtî

Rêberê Partiya Maf û Azadiyan Bayram Bozyel dibêje AK Partî her gavekî bihavêje pirsgirêkan bi dirûsti çareser nake.

Serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyip Erdogan pakêteka demokratîkbûnê ragihand, lê Kurd û Elewî û aliyên din dibêjin bersîva daxwazên pirsgirêkên Tirkîyê nade.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, rêberê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel dibêje ku AK Partî li gor sengiyan û pêdiviyan gavan dihavêje û her gavekî bihavêje pirsgirêkan bi dirûstî çareser nake.

Birêz Bozyel herwiha got, hêvîdar im Kurd û hêzên demokrasîxawaz sengiyê liser hikûmetê danin. Wî got, miletê Kurd êdî nema bisekine.

XS
SM
MD
LG