Lînkên eksesibilîtî

Serekwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan pakêta reforman ya çendîn sale soz jêre dayîn, ragihand û got, ev berfirehtirîn guherîn in di dîroka Tirkîyê de. Ew pakêt pitir azadîyê dide bikarînana zimanê Kurdî, qedexeya liser navên Kurdî dihilîne û rêjeya ketine nav Parlemanê di helbijartinan de kêm dike.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Kemal Burkay, Serokê partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) got, pakêca Erdogan başî têde ne, lê ne bes in û jibo derdê Kurdan nabe çareserî.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG