Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Suleyman Çevîk: Perwerdeya bi Pere Jibo Kurdan Heqaret e


Suleyman Cevik
Suleyman Cevik
Piştî eşkerekirina pakêta demokratîkbûnê nîqaş û nerazîbûnên Kurdan li ser perwerdeya zimanê dayikê ya li dibistanên taybet berdewam dikin.
Ji alîyê danîna bingeha perwerdehîyê jî gelek nîqaş hene ku hin derdorên nêz hikûmeta AKP’ê dixwazin pêşengîya wê bikin. Li alîyekî jî gelek derdorên Kurd dixwazin ev kar bi destê Kurdan pêk were.
Weşanxaneya Nûbihar jî bêhtirî 20 sal in weşanên Kurdî çap dike û digel Kovareke Çandî û Edebî bi komelên Nûbiharê jî ev çar sal in kursên Kurdî dide.
Berpirsê Nûbiharê Nivîskar Suleyman Çevîk, derbarê mafê perwerdeya zimanê dayikê li dibistanên taybet ji Dengê Amerîka re peyivî.
Ew dide zanîn, “divê Kurd zimanê xwe ne li dibistanên taybet, li yên dewletê hîn bibin ku jixwe bi pere perwerdebûna ziman jî jibo miletekî heqaret e.”
Nivîskar Çevîk bibîr dixe, mafê ku jibo ziman hatiye dayîn ger ji sedî deh be jî divê Kurd wî mafî heta dawîyê bikar bînin û jibo sedî sedê wî mafî têkoşîna xwe bidomînin.
Berpirsê Nûbiharê dibêje, danîna bingeha perwerdeya Kurdî tenê bi derfetên weşanxaneyên mîna wan nabe, lazime hêzeke mîna dewletê li pişt hebe ku karibin ji bin vî barî rabin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:40 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG