Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sanrî: Tirkiye Dizane Tundrewên Îslamî Xeteriyeke Mezin in


Mihemed Sanrî
Mihemed Sanrî
Piştî serhildana Sûriyê, hikûmeta Tirkiyê piştgiriya xwe jibo opozisyona siyasî ya Sûrî ragihand.

Lê belê rêxistinên mafên mirovan û aliyên din îdîa dikin ku Enqere herwiha piştgirî dide komelên çekdarî yên tundrew li Suriyê.

Li gorî wan rêxistinan, çekdarên ser bi komelên tundrew yên Îslamî li sînorê Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin. Karbidestên Tirk jî van îdîayan red dikin.

Nivîskar û rojnameger Mihemed Sanrî li Stenbolê dibêje, Tirkiye wek dewlet û wek hikûmet pêşî li grupên tundrew û yên hişik negirt.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Sanrî dibêje îdîayên rijd hene ku hikûmeta Tirkiyê piştgiriya komela teroristî ya Cebhet El Nusre dikir.

Birêz Sanrî herwiha got ku êdî Tirkiye bixwe dizane ku komeleyên tundrewên Îslamî xeteriyeke mezin in bo hêrêmê û bo Tirkiyê jî.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:10 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG