Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Sededîn Mela: Kurd li Sûriyê Daxwaza Federalî Dike


Siyasetmedar Sededîn Mela dibêje ku Kurd sîstemeke federalî jibo Sûriyê dixwazin.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, Dr. Mela dibêje ku Kurd wê di konferansa ‘Jinêva 2’ de banga federalî bo Sûriyê bikin.

Birêz Mela, ku herwiha endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê ye, dibêje ku ji federalî kêmtir “gelê Kurd qebul nake û naxwaze.”

Siyasetmdarê Kurd got ku federalî “zû, dereng, wê bibe daxwaza hemû rikeberiya Sûrî, ne bitenê ya Kurdan.” Wî got, “federaliyet kilîta aramiyê û dîmokratiyetê ye di Sûriyê de.”

Hikûmeta Amerîkî dixwaze ku konferansa ‘Jinêva 2’ ya tabet bi aştiya Sûriyê li meha 11’ê birêve biçe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:07 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG